Li Tirkiyê hejmara pêketiyên koronayê 100 hezar kes derbas kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315174-li_tirkiyê_hejmara_pêketiyên_koronayê_100_hezar_kes_derbas_kir
Li Tirkiyê îro 115 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan. Hejmara pêketiyan jî 100 hezar kes derbas kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2020 20:35 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê hejmara pêketiyên koronayê 100 hezar kes derbas kir

Li Tirkiyê îro 115 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan. Hejmara pêketiyan jî 100 hezar kes derbas kir.

Dawîn amarên qurbanî û pêketiyên  vîrusa koronaya nû (COVID-19) li Tirkiyê hatin belavkirin.

Li gor amaraên hatine belavkirin, di heyama 24 saetan de, 115 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û 3116 kes bi wê vîrusê ketin.

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, di heyama rojekê de, 2014 pêketiyên koronayê jî baş bûne.

Li gel dawîn amaran, hejmara qurbaniyan bû 2 hezar û 491 kes û hejmara pêketiyên koronayê jî gihişt 101 hezar û 790 kesan. Herwiha heta niha 18 hezar û 491 kes jî baş bûne.