Tirkiye: Berpirsekî PKKê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315159-tirkiye_berpirsekî_pkkê_hat_girtin
Ajansa Anadoluyê îdia kiriye ku îstîxbareta Tirkiyê bi hevkariya saziyên Swêdê, berpirsekî PKKê yê bi navê Resul Ozdemir, girtiye û aniye Tirkiyê
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2020 11:18 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Berpirsekî PKKê hat girtin

Ajansa Anadoluyê îdia kiriye ku îstîxbareta Tirkiyê bi hevkariya saziyên Swêdê, berpirsekî PKKê yê bi navê Resul Ozdemir, girtiye û aniye Tirkiyê

Li gor nivîsîna ajansa nûçeyan a  Anadoluyê ya fermiya hikûmeta Tirkiyê Resul Ozdemir ku berpirsê baskê ciwanan bû li Cizîrê, sala 2014an beşdarî nav refên PKKê bûbû û salên 2015-2016an jî li Cizîrê, li dijî hêzên emnî yên Tirkiyê şer kiribû.

Hatiye belavkirin ku Ozdemîr di wan pevçûnan de ji mil û lingê xwe birîndar bûye û bi rêyên ne yasayî xwe gihandiye Swêdê û daxwaza mafê penabertiyê ji wî welatî kiriye.

Wê ajansa navborî îdia kiriye, di encama lêkolînên MITê bi hemahengî li gel saziyên emnî yên Swêdê, Resul Ozdemîr hatiye girtin û îro ji bo Tirkiyê hatiye veguhastin.

Li gor zanyariyên heman ajansê, Resul Ozdemîr li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê berpirsê Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) bû ku baskê ciwanan ê PKKê bû.

Herwiha hatiye diyarkirin ku berî niha bi tohmetên ‘endamtiya rêxistina çekdar, bangeşeya rêxistinê, têkbirina yekgirtina welat’ 15 sal cezayê zindanê li Resul hatiye birîn.