PKK: Li Şemzînanê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315146-pkk_li_Şemzînanê_3_leşkerên_tirkiyê_hatin_kuştin
PKK bi daxuyaniyekê îdia dike ku şervanên wê yên YJA-Star li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê êrişî ser artêşa Tirkiyê kirin. Di vê êrişê de ku li dijî çepereke qereqola Bezelê de hat kirin 3 leşker hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2020 04:10 Asia/Tehran
  • PKK: Li Şemzînanê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

PKK bi daxuyaniyekê îdia dike ku şervanên wê yên YJA-Star li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê êrişî ser artêşa Tirkiyê kirin. Di vê êrişê de ku li dijî çepereke qereqola Bezelê de hat kirin 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê li ser vê çalakiya hêzên xwe daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku  hêzên wê yên YJA Starê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 21'ê Nîsanê saet di 14:10'an de li çepereke çekên giran a li ser girê Sîvrî yê qereqola Bezelê xistin. Di çalakiyê de ku derbên giran li çeperên artêşa Tirkiyê hatin xistin 3 leşker hatin kuştin û çekeke giran a li çeperê hate îmhakirin.

Hîn artêşa Tirrkiyê ser vê êrişaa  PKKê ti daxuyaniyek nedaye.