Demîrtaş: Em divê neheqiyên hatine kirin qet ji bîr nekin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315082-demîrtaş_em_divê_neheqiyên_hatine_kirin_qet_ji_bîr_nekin
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ragihand ku divê bêedaletî û neheqiyên ku di vê pêvajoyê de hatine kirin qet neyên jibîrkirin. Demîrtaş herwiha got ku bila hemû kes daxwaza hesabpirsînê hertim li ba xwe zindî bihêle.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2020 21:34 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Em divê neheqiyên hatine kirin qet ji bîr nekin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ragihand ku divê bêedaletî û neheqiyên ku di vê pêvajoyê de hatine kirin qet neyên jibîrkirin. Demîrtaş herwiha got ku bila hemû kes daxwaza hesabpirsînê hertim li ba xwe zindî bihêle.

Hevserokê giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtiye, derbarê projeyasaya înfazê ya hikûmeta Tirkiyê derxistiye de li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û got ku bila kiryarên hikûmetê yên dibin sedema cîhekariyê morala ti kesî xera neke.

Selahattin Demîrtaş bal kişan li ser kiryarên hikûmeta Tirkiyê û dibêje: “Em jî li vir pêkanînên nebaş ên hikûmetê ku di demên dawîn de zêde dibin dibînin. Em divê bêdadî û neheqiyên ku di vê pêvajoyê de hatine kirin qet ji bîr nekin. Bila em, daxwaza hesabpirsînê hertim li ba xwe  zindî bihêlin. Divê pekanînên cihêkar ên hikûmetê morala me xera nekin. Lewre em ne bêhêvî ne. Ji bo hêvî û moral divê em ne li Qesrê li xwe binêrin. Divê em piştevaniyê xurt bikin û alîkariya hev bikin.”

Demîrtaş herwiha amaje dike ku bi xurtkirina hevkariyê rojên xweş û ronî dê li pêşiya herkesî be û herwiha daxwaz ji hemû kesan dike ku ji tenduristiya xwe baldar bin.