123 kesên din li Tirkiyê ji ber Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315081-123_kesên_din_li_tirkiyê_ji_ber_koronayê_mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 123 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine bi giştî bûye 90 hezar û 980 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2020 21:10 Asia/Tehran
  • 123 kesên din li Tirkiyê ji ber Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 123 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine bi giştî bûye 90 hezar û 980 kesan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca, agahiyên dawî yên derbarê nexweşiya vîrusa Koronayê (Covîd-19) de belav kirin. Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 123 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 4 hezar û 647 kesên din de jî vîrus hatiye tespîtkirin.

Piştî van agahiyan, li Tirkiyê hejmara kesên heya niha ji ber şewba Koronayê mirine bû 2 hezar û 140 kes. Her wiha hejmara kesên vîrus di wan de hatiye tespîtkirin jî bû 90 hezar û 980.