Li Lîbyayê 199 çeteyên Tirkiyê hatine kuştin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku heta niha li Lîbyayê 199 çeyetên dewleta Tirkiyê hatine kuştin. Li aliyekî din jî dewleta Tirkiyê şandina çeteyan ji bo Lîbyayê dewam dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 9 çeteyên ku Tirkiyê ji bo destekdayîna Hikumeta Wîfaqa Nîştimanî ya bi serokatiya Fayiz Sirac li dijî koma Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê şandibûn Lîbya, hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê dîroka kuştina çeteyan aşkera nekir.
Li gorî vê navendê, 199 çeteyên girêdayî Tirkiyê di operasyonên leşkerî de li Lîbyayê hatine kuştin. Çeteyên hatine kuştin ji komên Lîwa Mutasim, Furqeya Sultan Mûrad, Lîwa Siqûr Şemal, Hemzat û Suleyman Şah in.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê her wiha diyar kir ku çeteyên ji Sûriyê di şerên li eniyên taxa Selaheddîn a bakurê Terablusê, eniya Remla ya nêzî balafirgeha Terablusê, eniya Projeya El-Hedabê, pevçûnên li Misrata û herêmên din ên Lîbyayê, hatine kuştin.
Di heman derbarê de, dewleta Tirkiyê şandina çeteyan ji bo destekdayîna "Hikumeta Wîfaq a Nîştimanî" vediguhêze Lîbyayê. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê piştrast kir ku bi dehan çekdarên komên girêdayî Enqereyê, gihîştin Lîbyayê.
Bi vê beşa nû ya çeteyên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê re, heta niha nêzî 5 hezar û 300 çete gihîştine erdên Lîbyayê. Her wiha hejmara çeteyên ku ji bo perwerdeyê gihîştine baregehên Tirkiyê, nêzî 2 hezar û 100`î ye.