PKK: Li Xakurkê 6 leşkerên dijmin hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315071-pkk_li_xakurkê_6_leşkerên_dijmin_hatin_kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên şervanên xwe û bombardûmana dewleta Tirkiyê li Herêma Kurdistana Iraqê weşand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2020 09:45 Asia/Tehran
  • PKK: Li Xakurkê 6 leşkerên dijmin hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên şervanên xwe û bombardûmana dewleta Tirkiyê li Herêma Kurdistana Iraqê weşand.

PKK di axuyaniya xwe de diyar kiriye ku  hêzên wê 19'ê Nîsanê saet di 15:15'an de li ser Girê Lêlîkanê ya li herêma Xakurkê li bakura Kurdistana Iraqê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek li dar xistin û ji cihekî nêz derbên giran li kozik û stargehên artêşa Tirkiyê yên li ser girê hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, kamerayeke mobese hate îmhakirin. Artêşa Tirkiyê piştî vê çalakiyê bi şev bi helîkopterên Skorsky û Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin. 

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê jî êrişên xwe yên hewayî yên li Xakurkê dewam kirin. Di vê çarçoveyê de 17'ê Nîsanê saet 10ê sibeyê de balafirên şer bombe li derdora gundê Dêrikê yê li qada Meyroke ya herêma Garê û qada Mamreşo ya herêma Avaşînê barandin.

Îrro 20'ê Nîsanê saet 4:30 û 5:30 sibeyê balafirên şer bombe li Girê Zergelê û derdora gundê Bêpalan ê herêma Qendîlê barandin.

PKKê îdia dike ku ji ber bombardûmanê tiştek li hêzên wê nehatiye.