HDPê ji ber dezenfekteya sexte daxwaza lêpirsîna qeyûmê Amedê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315063-hdpê_ji_ber_dezenfekteya_sexte_daxwaza_lêpirsîna_qeyûmê_amedê_kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qeyûmê şaredariya Amedê tawanbar kir ku dermanên sextê yên dezenfektê (paqijkirin û jjinavbirina gemariyê) belav kiriye, loma xwest ew di vê barê de bersivê bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2020 05:30 Asia/Tehran
  • HDPê ji ber dezenfekteya sexte daxwaza lêpirsîna qeyûmê Amedê kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qeyûmê şaredariya Amedê tawanbar kir ku dermanên sextê yên dezenfektê (paqijkirin û jjinavbirina gemariyê) belav kiriye, loma xwest ew di vê barê de bersivê bide.

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDPê bi daxwaznameyekê giliyê qeyûmê Amedê bi îdiaya belavkirina dezenfekteya sexte kir.

Di daxwaznameya HDPê de hate ragihandin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi berhemanîn û belavkirina dezenfektên(disinfect) sexte tendirustiya xelkê bajêr xistiye metirsiyê.

Ew komîsyan dixwaze derbarê berpirsyaran berhemanîn û belavkirina dermanên dezenfektê de lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûmê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dewsa şaredarê bijarte yê HDPê bi rê ve diçe, li cihên giştî û saziyên taybet unîteyên dezenftekirina destan bi cih kiriye.

Li gor lêkolînên Komîsyona Mafên Mirovan a HDPê ew derman sexte ne.