Erdogan û Trump peywendiyeke telefonî pêk anîn
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Amerîkayê Donald Trump peywendiyeke telefonî pêk anîn.
Serokatiya peywnediyan di serokomariya Tirkiyê de di daxuyaniyekê de ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump îşev peywnediyeke telefonî pêk anîn.
Di daxuyaniyê de tê gotin, di vê peywendiya telefonî de têkiliyên du alî û mijarên peywnedîdarê herdu welatan û herwiha mijar û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Herwiha hatiye gotin, ku Erdogan û Trump tekezî li ser wê yekê kirine, ku herdu welat li ser bingehê hevpeymanbûna di NATO de tevbigerin.
Herduyan herwiha behsa belavbûna vîrusa koronayê û bandor û metirsiyên wê li ser tendirustiya civakê û aboriya welatan kirin û tekez kirin ku herdu welat ji nêzîk ve hevakriya hev bikin.