Erdogan û Trump peywendiyeke telefonî pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315062-erdogan_û_trump_peywendiyeke_telefonî_pêk_anîn
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Amerîkayê Donald Trump peywendiyeke telefonî pêk anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2020 05:05 Asia/Tehran
  • Erdogan û Trump peywendiyeke telefonî pêk anîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Amerîkayê Donald Trump peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Serokatiya peywnediyan di serokomariya Tirkiyê de di daxuyaniyekê de ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump îşev peywnediyeke telefonî pêk anîn.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di vê peywendiya telefonî de têkiliyên du alî û mijarên peywnedîdarê herdu welatan û herwiha mijar û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hatiye gotin, ku Erdogan û Trump tekezî li ser wê yekê kirine, ku herdu welat li ser bingehê hevpeymanbûna di NATO de tevbigerin.

Herduyan herwiha behsa belavbûna vîrusa koronayê û bandor û metirsiyên wê li ser tendirustiya civakê û aboriya welatan kirin û tekez kirin ku herdu welat ji nêzîk ve hevakriya hev bikin.