Di encama topbarana çekdarên bin fermana Tirkiyê li Lîbyayê rojnamegerek haat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315061-di_encama_topbarana_çekdarên_bin_fermana_tirkiyê_li_lîbyayê_rojnamegerek_haat_kuştin
Di topbarankirina çeteyên dewleta Tirkiyê yên ku ji bo piştgiriya Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya Lîbyayê şaandine vî welatî de, rojnamegerekî jiyana xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2020 04:51 Asia/Tehran
  • Di encama topbarana çekdarên bin fermana Tirkiyê li Lîbyayê rojnamegerek haat kuştin

Di topbarankirina çeteyên dewleta Tirkiyê yên ku ji bo piştgiriya Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya Lîbyayê şaandine vî welatî de, rojnamegerekî jiyana xwe ji dest da.

Di topbarana çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê de li herêma Wetiya ya Lîbyayê rojnamegerekî Lîbyayî yê bi navê Mihemed Necmedîn El-Xîtabî jiyana xwe ji dest da.

Dewwleta Tirkiyê di encama lihevkirinekê bi Fayiz Sirac serokê Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya Lîbyayê re gelek ji leşkerên xwe û komên terorîst ên ku li Sûriyê li dijî Hikûmeta qanûnî ya vî welatî şer dikirin, bi gelek çek û cebilxane re şandine Lîbbyayê daku li dijî Komaa bi navê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê ya bi fermandetiya general Xelîfe Hefter şer bikin.

Duh hêzên Xelîfe Hefter ragihandin ku li mideha 24 saetên dawiyê 4 balafirên bê mirov ên Tirkiyê li Lîbyayê xistine erdê.