127 kesên din li Tirkiyê ji ber Koronayê mirin
Nîsan 20, 2020 04:35 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku li Tirkiyê heya saetên herî dawî 127 kesan ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 977 kes bi Koronayê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca duh agahiyên herî dawî yên vîrusa Koronayê (Covîd-19) di hesabê xwe yê Twîtterê de belav kir.
Li gorî twîta Koca agahiyên Koronayê anku tabloya duh ên şewba Koronayê wiha ne: “127 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 hezar û 977 kes bi Koronayê ketine.”
Hejmara qurbaniyên Koronayê yên duh li gorî roja berî wê 6 kes zêde bûne. Hejmara kesên duh jiyana xwe ji dest dabûn 121 kes bûn û 3 hezar û 783 kes jî bi Koronayê ketibûn.