127 kesên din li Tirkiyê ji ber Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315060-127_kesên_din_li_tirkiyê_ji_ber_koronayê_mirin
Hat ragihandin ku li Tirkiyê heya saetên herî dawî 127 kesan ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 977 kes bi Koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2020 04:35 Asia/Tehran
  • 127 kesên din li Tirkiyê ji ber Koronayê mirin

Hat ragihandin ku li Tirkiyê heya saetên herî dawî 127 kesan ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 977 kes bi Koronayê ketine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca duh agahiyên herî dawî yên vîrusa Koronayê (Covîd-19) di hesabê xwe yê Twîtterê de belav kir.

Li gorî twîta Koca agahiyên Koronayê anku tabloya duh ên şewba Koronayê wiha ne: “127 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 hezar û 977 kes bi Koronayê ketine.”

 Hejmara qurbaniyên Koronayê yên duh li gorî roja berî wê 6 kes zêde bûne. Hejmara kesên duh jiyana xwe ji dest dabûn 121 kes bûn û 3 hezar û 783 kes jî bi Koronayê ketibûn.