Rexneya serokê partiya Demokrasî û pêşketinê ya Tirkiyê ji siyasetên şaş ên Erdogan
Nîsan 19, 2020 13:22 Asia/Tehran
Serokê partiya Demokrasî û pêşketinê ya Tirkiyê got siyasetên şaş ên navxweyî û derveyî yên serokkomarê vî welatî bûye sedema felecbûna Tirkiyê.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB Newsê,, Elî Babacan siyasetên navxweyî û derveyî yên Receb Teyib Erdogan rexne kirin û Tirkiyê wek welatekî felec bi nav kir ku ji ber dijminatiya nizamê bi welatên cîhanê re sînordar bûye.
Elî Babacan li bara qeyrana Koronayê jî got: Hikûmeta Tirkiyê qonaxa ku têde ye li çarçoveyeke teng û girtî de îdare dike û xelk nikarin biryarên wê cih bînin.
Babacan her wiha ji dewleta vî welatî xwest ku li gor zanist û mentiqê reftarê bike ji ber ku bi helwêsta li dijî dijmin nikarin ji vê qeyranê derbas bibin.