Tirkîye bûye navenda belavbûna Koronayê li navçê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315038-tirkîye_bûye_navenda_belavbûna_koronayê_li_navçê
Li Tirkîyê 82 hezar û 329 kes tûşî Koronayê bûne û bi vî awayî ev welata bûye navenda belavbûna vîrûsa Koronayê li rojavaya Asyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2020 11:54 Asia/Tehran
  • Tirkîye bûye navenda belavbûna Koronayê li navçê

Li Tirkîyê 82 hezar û 329 kes tûşî Koronayê bûne û bi vî awayî ev welata bûye navenda belavbûna vîrûsa Koronayê li rojavaya Asyayê.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fexredîn Koca ragihand ku di 24 sietên buhurî de 121 kesan ji ber vîrûsa Koronayê li wî welatî canê xwe ji dest dane û hejmara gorîyan giheştîye hezar û 890 kesan.

Wî herwiha amajeyî hejmara tûşbîyan kir û got ku bi êketina 3 hezar û 783 kesên din bi vîrûsa Koronayê, hejmara tûşbîyîyan li wî welatî giheşte 82 hezar û 329 kesan.

Ligorî gotina Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê, li Enqerê ser 598 hezar kesan têsta Koronayê hatîye encamdanê.

Ji hêla din ve, Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyê ragihand ku qedexeya derketin û derbasbûna ji rêyên bejayî, deryayî û hewayî li 30 bajarên mezin û şarê Zunguldagê heta 15’ê rojên din hat dirêjkirinê.