Tirkiye- 121 kesên din ji ber Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315032-tirkiye_121_kesên_din_ji_ber_koronayê_mirin
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca amarên 24 saetên dawî yên Koronayê li Tirkiyê aşkere kir. Koca da zanîn 121 kesên dn ji ber Koronayê li Tirkiyê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2020 06:32 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 121 kesên din ji ber Koronayê mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca amarên 24 saetên dawî yên Koronayê li Tirkiyê aşkere kir. Koca da zanîn 121 kesên dn ji ber Koronayê li Tirkiyê mirine.

Ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twitterê Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca aşkere kir jimara nexweşên baş bûne ji 10.000 kesî derbas bûye.

Herwiha Wezîrê Tendirustiyê da zanîn di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dane 3783 kesan, 121 kes mirine,  bi tevahî jimara pêketiyên Koronayê li Tirkiyê bûye 82 hezar û 329 kesan û jimara miriyan jî bûye 1890 kes.

Herwiha li gor nûçeyekê ji Amedê, Odeya Bijîşkan a vî bajarî(DTO) duh ragihand ku 30  karmendên tenduristiyê yên Diyarbekirê bi vîrûsa Koronayê ketine û karmendekî tendirustiyê jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor hurguliyên rapora Odeya Bijîşkan a Amedê heta 18'ê Nîsanê li vî bajarî 12 bijîşk, 12 hemşîre û karmendên tenduristiyê, 4 personel, xebatkarekî otomosyonê, karmendek bi vîrûsa Koronayê ketine ku ewê karmend jiyana xwe ji dest daye.