Li Lîbya balafireke din a keşfê ya dewlata Tirkiyê hate xistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315027-li_lîbya_balafireke_din_a_keşfê_ya_dewlata_tirkiyê_hate_xistin
Hêzên general Xelîfe Hefter yên bi navê Artêşa Niştmanî ya Lîbyayê raagihand ku eva balafira 4-an a dewlata Tirkiyê ya keşfê ye ku li mideha 24 daetan hate xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2020 04:33 Asia/Tehran
  • Li Lîbya balafireke din a keşfê ya dewlata Tirkiyê hate xistin

Hêzên general Xelîfe Hefter yên bi navê Artêşa Niştmanî ya Lîbyayê raagihand ku eva balafira 4-an a dewlata Tirkiyê ya keşfê ye ku li mideha 24 daetan hate xistin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê daxuyakirin ku di 24 seatên dawî de 4 balafirên keşfê yên dewleta Tirkiyê xistin xwarê. Li bajarên Benî Welîd û Terhûna yên Rojhilatê paytexta Terablusê, balafir hatine xistin.

Hêzên Xelîfe Hefter diyar kir ku balafirên hanê ji bargeha leşkerî ya Muîtîqeyê li başûrê Terablusê rabûne.

Artêşa Niştmanî ya Lîbyayê ragihand ku bi giştî asîmanê Lîbyayê hatiye kontrol kirin û pergalên parastinê yên asmanî yên pêşketî, bi dest xistine.

Tê gotin ku ji 4’ê Nîsanê ve, 74 balafirên keşfê yên ji cureya Bayraktar  ên dewleta Tirkiyê li Lîbya hatine xistin.

Tirkiyê ji bo piştgiriya ji Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya Fayiz Sirac gelek çek û cebilxane û balafirên şêêr şandina Lîbyayê û li kêleeka vê yekê gelek hêzên xwe yên artêş û terorîstêên ku li Sûriyê şer dikirin şandine Lîbyayê bona şerê li dijî Hêzzên Xelîfe Hefter.

Di encama şerên navber hêzên Hefter û Sirac heya niha 1100 kes hatine kuştin û 5700 kes jî birîndar bûne.