Hejmara gorriyên Koronayê li Tirkiyê gihêşt hezar û 769 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315009-hejmara_gorriyên_koronayê_li_tirkiyê_gihêşt_hezar_û_769_kesî
Wezîrê tendrsutiyê yê Tirkiyê ragehand: Di dereqa 24 sietên buhurî de, 126 kesên din ji ber tûşbûna bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane ku bi vî awayî hejmara hemî kesên candayî li Tirkiyê gihêştiye hezar û 769 kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2020 11:51 Asia/Tehran
  • Hejmara gorriyên Koronayê li Tirkiyê gihêşt hezar û 769 kesî

Wezîrê tendrsutiyê yê Tirkiyê ragehand: Di dereqa 24 sietên buhurî de, 126 kesên din ji ber tûşbûna bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane ku bi vî awayî hejmara hemî kesên candayî li Tirkiyê gihêştiye hezar û 769 kesî.

 FexredîN koca wezîrê Tendrsutiyê yê Tirkiyê bal kişand  ser amara nû ya vîrûsa Koronayê li Tirkiyê  û got: bi destnîşankirina hezar û 535 tûşbûyiyên nû yên vîrûsa Koronayê li Tirkiyê gihêştiye  78 hezar 546 kesî. Li 24 sietên buhurî hejmara kesên ku baş bûne hezar û 524 kes bûne ku bi vî awayî hejmara kesên ku karîne vê nexweşiyê işkest bidin gihêştiye  8 hezar û 631 kesî. Dermankirina hezar û 845 nexweşan jî li beşa dermankirina taybet didome. 

Wezîrê Tendrsutiyê yê Tirkiyê destnîşan kir: Vîrûsa Koronayê ev 38 roj in ku derbasî nav Tirkiyê bûye. Tenha tişta ku ez ji xelkê dixwezim eav ye ku bila tedbîrên pir cidîtir bigrin û vîrûsê ji kolanan nebin malên xwe û navbirdanna civakî cidî bigrin.

Li gor nûçeyeke din, qonaxa dudyana qerentînekirina 48 setî li 31 parzêgehên Tirkiyê ji vê sibê 18 Nîsanê va destpê bûye û heta siet 24 a roja Yekşemiyê 19 Nîsanê bidome.