Hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê jorda çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314998-hejmara_gorîyên_koronayê_li_tirkîyê_jorda_çû
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê ragihand: Di 24 sietên buhurî de 126 tûşbûyîyên din ên vîrûsa Koronayê li wî welatî canê xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara gorîyan giheşte 1769 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2020 03:38 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê jorda çû

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê ragihand: Di 24 sietên buhurî de 126 tûşbûyîyên din ên vîrûsa Koronayê li wî welatî canê xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara gorîyan giheşte 1769 kesan.

Fexredîn Koca Wezîrî Tenduristîyê yê Tirkîyê di civîneke çaspemenîyê de herwiha dîyar kir ku 4 hezar û 353 haletên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê di 24 sietên buhurî de li wî welatî hatin tomarkirinê û hejmara tûşbîyîyan jî giheşte 78 hezar û 546 kesî.

Di çarçova girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê da li Tirkîyê, duh Serokomarê wî welatî ragihand ku di rojên Şemî û Yekşemê de yê dîsan qedexeya derketina derve were sepandinê.

Dewleta Tirkîyê di ççarçova tivdîrên girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê de li wî welatî derketina ji malê ya kesên bin 20 salî û seratir ji 65 salan qedexe kirîye.