Qedexeya derketina derve li 31 parêzgehên Tirkîyê hat dirêjkirinê
Di çarçova tivdîrên girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê de li Tirkîyê, jibo cara duyem dê qedexeya derketina derve li 31 parêzgehên wî welatî ji siet 12’ê îşev va mideha 48 seatan digel tivdîrên emnî yên nû were sepandin.
Piştî ku hefteya buhurî bi hegera ragihandina dereng a qedexeya derketina derve li 31 parêzgehên Tirkîyê gel jibo dabînkirina hewcedarîyên xwe nişkê ve daket kolanan û qerebalixî derket, vê carê Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê 4 rojan pêşda qedexeya derketina derve ragihand û ji gel xwest ku di wê heyamê de pêwîstîyên xwe dabîn bikin û wan 2 rojan li mala xwe bimînin.
Parêzgarîya Enqerê jî di daxûyanîyekê de ragihand ku jibo rihetîya malbatan di rojên qerentîna giştî da, hin tivdîr kirine.
Ligorî qedexeya derketina derve ya li 31 parêzgehên Tirkîyê, bilî xizmetkarên tenduristîyê yên erkdarê nexweşxaneyan û navendên tenduristîyê, hêzên Polîs û xebatkarên warên cotkarî û ajeldarîyê, mafê kesî nine derkeve derveyî malê.