Hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê jorda çû
Rayedarên Tirkîyê ragihandin û ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê li wî welatî, duh hejmara herî zêde ya candayîna ji ber wê vîrûsê hat tomarkirinê.
Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê di civîneke çapemenîyê de ragihand: Di 24 saetên buhurî de 125 kesan ji ber tûşbûna bi Koronayê li wî welatî canê xwe ji dest dan û amara di 24 sietên buhurî de asta herîbilind a candayînê ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkîyê ye.
Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê herwiha ragihand: Hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê giheşte hezar û 643 kesan.
Wî herwiha got: Di 24 saetên buhurî de 4 hezar û 801 haletên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirinê û bi vî awayî hejmara tûşbûyîyan giheşte 74 hezar û 193 haletan.
Fexredîn Koca derbarê tûşbûyîyên başbûyî de jî got: di 24 saetên buhurî de hezar û 415 tûşbûyî baş bûne û bi vî awayî hejmara kesên başbûyî giheşte 7 hezar û 89 kesan.
Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê herwiha ragihand: Me 2 xalên xurt jibo sekinîna himberî Koronayê hene ku yek ji wan dermankirin û ya din jî xweparastin e ku em dixwazin karayîyên xwe biceribînin.