Balafirên şêr ên Tirkiyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314972-balafirên_şêr_ên_tirkiyê_gundên_amêdiyê_bombebaran_kirin
Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê bi dijwarî gundên navçeya Amediyê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2020 11:24 Asia/Tehran
  • Balafirên şêr ên Tirkiyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê bi dijwarî gundên navçeya Amediyê bombebaran kirin.

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê bi dijwarê gundên bajarokê Çemankê yên li navçeya Amêdiyê a ser bi Dihokê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafiran bi dijwarî çiya û nêzî gundê Şikeftê a ser bi bajarokê Çemankê bombebaran kirine.

Heman çavkaniyan ragihandin ku ji ber ku balafiran gelek nêzî gundan bombebaran kirine, tirsek mezin ketiye nava xelkê herêmê.

Hîn jî nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de ziyanek çêbûye yan na. Liv û tevgera balafiran li ser herêmê dewam dike.