Balyozê Tirkiyê li Iraqê: Êrişên me li axa Iraqê berdewam bike
Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê ku ji ber bomberanên vê dawiyê yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê got ku berpirsên Iraqî nerazîbûna xwe nîşan dane lê wî jî diyar kiriye, “ew operasyon di çarçova yasaya navdewletî de ne.”
Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz derbarê hevdîtina li gel berpirsên Iraqî ji Ajansa Anadolê ya Tirkiyê re ragihand, berpirsên Iraqî nerazîbûna xwe li ser bombebaranên Tirkiyê ku vê heyama dawîn zêde bûne, anîne ziman û diyar kir, “Min jî ji berpirsên Iraqî re ragihand ku operasyonên Tirkiyê yên li dijî PKK, çavkaniya xwe ji yasaya navdewletî û mafê xweparastinê ya Netewên Yekgirtî (NY) werdigire.
Fatîh Yildiz, îîdia kiriye, “heta metirsiya PKKê ya ji aliyê Iraqê ve li dijî Tirkiyê hebe, Tirkiye dê mafê xweparastina rewa bikar bîne û êrişên xwe berdewam bike.”
Balyozê Tirkiyê li Bexdayê aşkere kiriye ku di wê hevdîtina li gel berpirsên Iraqî de, wî rewşa Kampa Mexmûrê aniye rojevê û daxwaz kiriye ku rewşa wê kampê di demek nêz de bê çareserkirin.
Firokeyên Tirkiyê duh, 16.04.2020, du caran devera Zînî Wertê li nav Herêma Kurdistanê bombebaran kir di wê êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha firokeyên Tirkiyê yên bêmirov heman rojê, devereke nêzîkî kampa penaberan a Mexmûrê bomberan kir ku di wê êrişê de jî 3 jinên sivîl canê xwe ji dest dan.