Serkirdê mafyaya Tirkiyê ji zîndanê hat berdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314960-serkirdê_mafyaya_tirkiyê_ji_zîndanê_hat_berdan
Serkirdê mafyaya Tirkiyê di encama pesendkirina qanûna hejmara zîndaniyan jibo pêşîlêgirtin ji belavbûna Koronayê, şeva çûyî li Enqerê ji zîndanê hat azadkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2020 13:55 Asia/Tehran
  • Serkirdê mafyaya Tirkiyê ji zîndanê hat berdan

Serkirdê mafyaya Tirkiyê di encama pesendkirina qanûna hejmara zîndaniyan jibo pêşîlêgirtin ji belavbûna Koronayê, şeva çûyî li Enqerê ji zîndanê hat azadkirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Elaedîn Çakîcî serçeteyê herî nasyar ê komên çete û sûcên rêxistinkirî di dehsaliya 1990'î ye ku cara dawiyê sala 2006an bi sûcê birîndarkirina 25 kesan di êrîşeke çekdarî da biryara zîndaniya hetahetayî li wî hat birrîn; lê piştî çend salan hikmê bo 19 salan hat kêmkirin.

Çakîcî ji ber hestên xwe nijadperestiyê ji aliyê Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) va tê piştgirîkirin û Dewlet Baxçelî serokê vê partiya nijadperest û dijî kurdan gellek xebitiye ku Çakîcî were berdan.

Li gorî reforma herî dawî ya qanûna sizadana zîndaniyan ku bi mebesta pêşîlêgirtin ji belavbûna Vîrûsa Koronayê û jibo kêmkirina hejmara zîndaniyan li Tirkiyê ji aliyê parlementerên AKP û MHP'ê va hat pesendkirin, 90 hezar mehkûm, ji billî mehkûmên cinsî, madeyên hişber, têrorîsm, tundiya dijî jinan û kuştina bi qest, ji zîndanê hatin berdan.

CHPê pesendkirina vê qanûnê binpêkirina edaletê da zanîn û daxwaza betalkirina wê kir.