Tirkiyê êrîşî ser kampa awareyan kir û sê jin kuştin
Nîsan 16, 2020 12:21 Asia/Tehran
Di êrîşa firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê ser kampa awareyan li Mûsilê, sê jinên sivîl hatin kuştin.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê kampeke awareyan li başûrê rojavaya Mûsila Iraqê dane ber bombeyan û sê jin kuştin.Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê kampa awareyan li başûrê Mexmûrê li rojavaya Mûsilê dane ber bombeyan.Iraqê ev destdirêjiya Tirkiyê wek kiryareka dijminane û binpêkirina qada esmanî ya Iraqê da zanîn ku Enqere berpirsê dûhatên wê ye.