Miriyên ji ber Koronayê li Tirkiyê gihêştin 1518 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314939-miriyên_ji_ber_koronayê_li_tirkiyê_gihêştin_1518_kesan
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 115 kesên din jî ji ber vîrûsa Koronayê (Covîd-19) mirin û heya niha hejmara kesên mirine bû 1518 kes.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2020 04:54 Asia/Tehran
  • Miriyên ji ber Koronayê li Tirkiyê gihêştin 1518 kesan

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 115 kesên din jî ji ber vîrûsa Koronayê (Covîd-19) mirin û heya niha hejmara kesên mirine bû 1518 kes.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca şeva bihûrî ragihand li vî welatî di heyama rojekê de 115 kesên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan ku hejmara miriyan bi giştî bû 1518 kes û li 24 saetê bihûrî 4 hezar û 282 pêketiyên din ên koronayê jî hatin tomarkirin ku hejmaraa pêketiyên Koronayê gihêşt 69 hezar û 392 kesan .

 Di van rojên dawiyê de lezgîniya belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkiyê zêde bûye çawaku gotinên wezîrê Tendirustiya vî welatî vê yekî îsbat dike, wî di daxuyaniya xwe ya şeva bihûrî de diyar kir ku hejmara testên hatine kirin bi giştî bûye 477 hezar û 716, hejmara kesên vîrus di wan de hatiye tespîtkirin bûye 69 hezar û 392 û di 24 saetên dawî de jî 115 kes jiyana xwe ji dest dane û heya niha hejmara kesên ji ber Koronayê mirine bûye hezar û 518.

Her wiha Koca, daxuyand ku heya niha 5 hezar û 674 kes jî baş bûne.

Serokomarê Tirrkiyê Receb Teyib Erdogan roja duşemê  ragihand ku di rojên şemî û yekşemiya tê de emm ê dîsa hatûçûna xelkê qedexe bikin. 

Dewleta Tirkiyê ji bo girtina pêşiya belavbûna Koronayê derketina kesên ser 65 salî û yên bin 20 salî ji malê qedexe kiriye.

Li gor bîlançoya herî dawiyê heya niha zzêde ji 2 milyon û 28 hezar kes li cîhanê bi vîrûsa Koronayê ketine ku ji wan 495 hezar kes baş bûne û ji nexweşxanê vegeriyana malên xwe û zêde ji 129 hezar kes jî jiyana xwe ji dest dane.