CHP yê çaksazîya di qanûna cezaya Tirkîyê de li Dadgeha Qaûna Bingehîn hilêxe
Piştî pejirandina pêşnumaya 70 xalî ya çaksazîyên di qanûna cezaya Tirkîyê de li Parlimana vî welatî, Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) ji ber pejirandina wê pêşnumayê rexne kir û ragihand ku ew yê vê mijarê li Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyê hilêxe.
Rojnama Cumhuriyetê nivîsî ku Engîn Ozkoç Serokê Firaksyona CHP li Parlimana Tirkîyê got: ‘’Em dê çaksazîyên di qanûna cezaya Tirkîyê de li Dadgeha Qanûna Bingehîn hilêxin. Me amadekarîyên jibo vê yekê destpê kirine.’’
Pêşnumaya çaksazîyên di qanûna cezaya Tirkîyê de ji hêla AKP û MHP ve li Parlimana wî welatî hat hilêxistinê ku bi dengên Erê yên 279 parlimanterên wan her du partîyan himberî 51 dengên Na hat pejirandinê.
Ew çaksazî ku bidû belavbûna vîrûsa Koronayê bi armanca kêmkirina hejmara girtîyan di zîndanan de hatin cihanînê, gellek sîyasetvan, rojnamevan, nivîskar û akadêmîsîyenan ku destê wan di hîş êriş a têrorekê de tineye, nagire ber xwe.