Amara nû têkildarî Koronayê li Tirkîyê hat ragihandinê
Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê amarên di 24 sietên buhurî de yên têkildarî Koronayê li wî welatî ragihandin ku ligorî wan hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê giheşte hezar û 403 kesî û ya tûşbûyîyan jî gihîşte 65 hezar û 111 kesan.
Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê di civîneke çapemenîyê de ragihand: di 24 sietên buhurî de 107 tûşbûyîyên Koronayê canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 62 tûşbûyîyên nû hatin tomarkirinê. Bi vî awayî hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê giheşte hezar û 403 kesî û ya tûşbûyîyan jî gihîşte 65 hezar û 111 kesan.
Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê herwiha got: Li Istenbolê sedî 59.5’ê pişka lêşarbûnên taybet a nexweşxana tijî bûye. Li hin nexweşxanan ew asta giheştîye sedî 80 heta sedî 90’ê jî. Em amarên rastî û zelal didin ber destê raya giştî.