Parlemanterê HDP: Canê Demirtaş û sîyasetvanên girtî yên Kurd li ber xeterê ye
Omer Farûq Gergerlioglu Parlemanterê Kocaelîyê ser bi Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî rewşa Hevserokê berê yê vê partîyê Selahedîn Demirtaş û zîndaniyên din ên sîyasî di zîndanên Tirkîyê de ya ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkîyê kir û got: ‘’Canê Demirtaş û sîyasetvanên girtî yên Kurd li ber xeterê ye.’’
Li gorî rapora Malpera Rojnama Yeni Yaşamê, Omer Farûq Gergerlioglu Parlimanterê Kocaelîyê ser bi HDP herwiha got: Dizîndanên Tirkîyê da çend hezar girtîyên sîyasî yên Kurd hene ku nika ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê canê wan li ber xeterê ye. Selahedîn Demirtaş di zîndanê de himberî pirsgirêkên tansîyona xwînê û bêhndayîn û bêhnistandinê ber xwe dide. Hemî sîyasetvanên girtî yên me pêrgî gefa vîrûsa Koronayê bûne. Ew wekîlê çend milyon welatîyên Kurd in.’’
Hêjayî gotinê ye ku duh Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul, ragihand ku 3 girtiyên li zindanên vekirî, bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) canê xwe ji dest dane.
Omer Farûq Gergerlioglu herwiha di dewama axivtina xwe de got: ‘’Pêşnumaya ku li Parlemanê ser navê ‘’çaksazîyên qanûna cezayê ya Tirkîyê’’ hat pejirandinê, bandor li çend miyon mirovan kirîye. Li Tirkêyê çendik û çend sal in ku mesela Kurdan bi awayê dadperwerane û beranber nayê çareserkirinê. Kesên ku xwazyarê çareserkirina dadperwerane ya meseleya Kurda in, terorîst tên binavkirinê. Daxwaza herî piçûk a aştîyê wek çalakîya terorîstî tê nasandinê. Heta wê astê ku kesên bangewazîya aştîyê wajo dikin ser navê çalakîya terorîstî dikevin ber taqîbatê.’’