Li Tirkiyê serokê partiyekê bi koronayê mir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314897-li_tirkiyê_serokê_partiyekê_bi_koronayê_mir
Serokê partiyeke siyasî li Tirkiyê bi sedema nexweşketina bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2020 11:23 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê serokê partiyekê bi koronayê mir

Serokê partiyeke siyasî li Tirkiyê bi sedema nexweşketina bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest da.

Serokê Partiya Tirkiyeya Serbixwe BTP, Heyder Baş çend roj berî niha bi vîrusa COVID-19 ketibû û li nexweşxaneyeke taybet bi koronayê li bajarê Trabzonê hatibû razandin û çareserî werdigirt.

Li gor medyaya Tirkiyê, şeva bihorî rewşa tendirustî ya Haydar Baş xirabtir bû û ji ber wê yekê bo beşa çavdêriya hûr ICU hat şandin, lê belê îro canê xwe ji dest da.

Haydar Baş sala 1947an li bajarê Trabzonê yê Tirkiyê ku dikeve ser Deryaya Reş, ji dayik bûbû, ji bilî zimanê Tirkî, zimanên Frensî, Erebî, Farsî û Azerî dizanî û xwediyê şeş kanalên televîzyonî, du rojname, kovarek û navendeke lêkolînan bû.