Îlham Ehmed: Mekanîzmaya karê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ne rast e
Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed rexneyê li mîkanîzma karê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê digire.
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ragihand, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li herêmê heye. Bi saziyên Rêveberiya Xweser re dide û distîne. Lê desteka ku ji herêmê re tê pêşkêşkirin, kêm e. mekanîzmaya kar wê jî ne rast e.
Wê her wiha ragihand, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi awayekî fermî bi hikumetên navendî re peywendiyan ava dikin û biryarên van hikumetan di ber çavan re derbas dikin, ji ber wê ev mekanîzmaya kar ne rast e. Ne rast e ku ev rêxistin tenê bi rêya hikumetên fermî re bide û bistîne.
Îlham Ehemd tekezî li bicihkirina rênimayên xweparastina ji vîrusa Korona kir û daxwaz ji welatiya kir, pabendî qedexeya derketina derve û rênimayên tenduristiyê bibin.