Parlamena Tirkiyê qanûna lêborîna zindaniyan qebûl kir
Nîsan 14, 2020 11:18 Asia/Tehran
Parlamena Tirkiyê qanûna lêborînê pesend kir û rê li ber azadiya 90 hezar zindaniyan vebû.
Parlamena Tirkiyê duh ji bo gotûbêjkirin û pesendkirina proje-yasaya lêborînê bo zindaniyan civiya û civîn heta derangê şevê berdewam bû. Di civînê de 330 parlamenter beşdarî dengdanê bûn û proje-yasa bi dengê 279 parlamenteran ku piraniya wan endamên AKP û MHP`ê bûn, hate pesendkirin.
Di dengdenê de 51 parlamenteran jî dengê Nexêr dan û li dijî projeyasayê derketin.
Li gor yasayê rê li ber azadiya 90 hezar zindaniyan vebû, lê yasa zindaniyên siyasî li xwe nagire.
Rojnamevan, nivîskar û siyasetmedarên ku hatine zindanîkirin, nikarin ji vê yasayê sûdê werbigrin.