Mismarî: 4 'Pêşmergeyên Roj' li Lîbyayê hatin destgîrkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314892-mismarî_4_'pêşmergeyên_roj'_li_lîbyayê_hatin_destgîrkirin
Koma bi naavê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan 4' Pêşmergeyên Roj' ku bi hêzên Tirkiyê re hatine Lîbyayê, destgîr kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2020 10:36 Asia/Tehran
  • Mismarî: 4 'Pêşmergeyên Roj' li Lîbyayê hatin destgîrkirin

Koma bi naavê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan 4' Pêşmergeyên Roj' ku bi hêzên Tirkiyê re hatine Lîbyayê, destgîr kirine.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî li ser şandina hêzên paramîlîter ên Tirkiyê û şerê li welêt, li Bîngaziyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Fermandarê Artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî di civînekî çapemeniyê de ragihand ku Tirkiyê li bajarê Hewlêrê 'pêşmergeyên Roj' perwerde kirine û ji bo li Lîbyayê şer bikin şandine welat.

Mismarî di heman demê de nasnameya 4 'pêşmergeyên Roj' eşkere kir ên ku ji herêmên kurdên kurdî yên Sûriyê ne. Mismarî diyar kir ku ew hêz ji aliyê PDK’ê ve hatine perwerdekirin û bi fermana Tirkiyê şandine Lîbyayê da ku li dijî hêzên wan şer bikin.

Ehmed Mismarî di dawiya axaftinên xwe de got ku, "Tirkiye bi dayîna pereyan çekdarên opozîsyona Sûriyê û komên nêzîkê xwe dişîne welatê me, lê belê ew pêşmergeyên ku hatine destgîrkirin, bi armanca tunekirina rêveberên artêşa Sûriyê, PKK û YPG perwerdeyeke taybet dîtine."

Ji aliyê din ve Navenda Çapemeniyê ya koma Artêşa Netewî ya Libyayê diyar kir, ku çekdarên 'Roj' ên li Libyayê di nav 'Gurên Boz' de ne, ku ev bi ser îstîxbarata Tirkiyê (MIT) ve ne. Vê Navendê got, "Kurd çawa û çima di nav vê avaniyê de ne, em fêhm nakin, em şaş û metel mane.’’