Hejmara qurbaniyên koronayê li Tirkiyê gihîşt 1296 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314885-hejmara_qurbaniyên_koronayê_li_tirkiyê_gihîşt_1296_kesan
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de 98 kesên din bi sedema vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi vê yekê hejmara qurbaniyên koronayê li Tirkiyê gihîşt 1,296 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2020 04:56 Asia/Tehran
  • Hejmara qurbaniyên koronayê li Tirkiyê gihîşt 1296 kesan

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de 98 kesên din bi sedema vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi vê yekê hejmara qurbaniyên koronayê li Tirkiyê gihîşt 1,296 kesan.

Fexredîn Koca îro amarên nû yên tûşbûn û mirina bi sedema koronayê li Tirkiyê  aşkere kir.

Koca ragihand: “Di 24 saetên bihorî de 34 hezar û 456 pişkinîn hatine kirin, 4 hezar û 93 tûşbûyên koronayê hatine tomarkirin û 98 kesan jî canê xwe ji dest dane.”

Bi gotina Fexredîn Koca, “hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi sedema pêketina bi COVID-19 jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 1,296 kesan û hejmara gitşî ya pêketiyên vîrusê jî bo 61 hezar û 49 kesan bilind bûye.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê herwiha diyar kir, ji duh ve heta îro 511 nexweşyên koronayê jî baş bûne û bi vê hejmarê re hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha baş bûne, gihîşte 3 hezar û 957 kesan.

Li Tirkiyê roja 11ê Adarê yekem haleta tûşbûna bi vîrûsaa Koronayê hatibû ragihandin.