Soylu: Li ser karê xwe berdewam dibim
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314884-soylu_li_ser_karê_xwe_berdewam_dibim
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu da xuyakirin ku ewê bi heman biryarbûnê karê xwe berdewam bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2020 04:47 Asia/Tehran
  • Soylu: Li ser karê xwe berdewam dibim

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu da xuyakirin ku ewê bi heman biryarbûnê karê xwe berdewam bike.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu, duh êvarê hemû berpirsiyariya bûyerên şeva Înê yên beriya qedexeya derketina derve girtibûn stûyê xwe û destjikarkişandina xwe ragihandibû, lê belê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan destjikarkişandina Soylu qebûl nekir û daxwaza berdewamiya karê wî kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, wek pêngavekê bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, roja Înê qedexeya hatûçûnê bo 48 saetan li 31 bajara ragihandibû.

Ev biryar ku  du saetan berî despêbûna qedexeyê hatibû ragihandin, bû sedema qerebalixiyê li bajarên Tirkiyê, piştî wê Wezîrê Navxwe rastî gelek rexne û nerazîbûnan hat.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê, îro peyameke nû belav kir û da xuyakirin, ewê bi heman biryarê karên xwe berdewam bike.