Armanca Îstîfaya Wezîrê karên hundir ên Tirkiyê piştevaniya ji serokomêr bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314862-armanca_Îstîfaya_wezîrê_karên_hundir_ên_tirkiyê_piştevaniya_ji_serokomêr_bûye
Rêberê CHP'ê got ku wezîrê karên hundir ê Tirkiyê jibo piştevaniya ji serokomêr îstîfa kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2020 12:39 Asia/Tehran
  • Armanca Îstîfaya Wezîrê karên hundir ên Tirkiyê piştevaniya ji serokomêr bûye

Rêberê CHP'ê got ku wezîrê karên hundir ê Tirkiyê jibo piştevaniya ji serokomêr îstîfa kiriye.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Kemal Kilîçdaroxlû Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) ya Tirkiyê tevî pêgiriya ser vê yekê ku istîfaya Soylû wezîrê karên hundir ê vî welatî bi xwesteka wî bixwe nebûye got ku armanca ragihandina istîfaya wezîrê karên hundir filitandina Erdoxên bûye.

Li pey gurrbûna rexneyan ji Silêman Soylû wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ji ber çêbûna qerebalixiyan li hin bajarên Tirkiyê piştî sepandina qanûna Qedexetiya Hatûçûnê jibo pêşîlêgirtin ji belavbûna Koronayê (KOVÎD-19), wî êvara Yekşemiyê ragihand ku dev ji posta xwe berdaye.

Tevî vê yekê medyayên Tirkiyê berbanga Duşemiyê ragihandin ku Receb Teyib Erdoxan daxwaza Soylû jibo istîfayê red kiriye û gotiye ku ewê erka xwe bidomîne.

Qanûna Qedexeitya hatûçûnê êvara Îniyê li Tirkiyê hat ragihandin; lê demek beriya cihanîna wê xelkê li hin bajarên vî welatî ji wan Istenbûlê jibo kirrîna xurekê berê hucûmê ser dikanan kirin.

Heta roja Yekşemiyê 1198 kesan li Tirkiyê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.