Hejmara goriyên Vîrûsa Koronayê li Tirkiyê gihîşte 1198 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314855-hejmara_goriyên_vîrûsa_koronayê_li_tirkiyê_gihîşte_1198_kesî
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca roja Yekşemiyê ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 97 kesên din bi sedema Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi vê yekê hejmara qurbaniyên Vîrusa Koronayê li Tirkiyê gihîşt 1,198 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2020 03:45 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên Vîrûsa Koronayê li Tirkiyê gihîşte 1198 kesî

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca roja Yekşemiyê ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 97 kesên din bi sedema Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi vê yekê hejmara qurbaniyên Vîrusa Koronayê li Tirkiyê gihîşt 1,198 kesan.

Fahrettin Koca duh amarên nû yên tûşbûn û mirina bi sedema Vîrusa Koronayê li Tirkiyê aşkere kir.

Koca ragihand: “Di 24 demjimêrên bihorî de 35 hezar û 720 pişkinîn hatine kirin, 4 hezar û 789 tûşbûyiyên Vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 97 kesan jî canê xwe ji dest dane.”

Bi gotina Fahrettin Koca, “Hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi sedema pêketina bi COVID-19'ê jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 1,198 kesan û hejmara gitşî ya tûşbûyiyên bi Vîrusa Koronayê jî gihîştiye 56,956 kesî.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê herwiha diyar kir, ji duh ve heta îro 481 nexweşyên koronayê jî baş bûne û bi vê hejmarê re hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha baş bûne, gihîştiye 3 hezar û 446 kesî

Li Tirkiyê roja 11ê Adarê yekem haleta tûşbûna bi koronayê hatibû ragihandin.