Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê îstîfa kir
Wezîrê karên Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dest ji kar berda.
Wezîrê karên Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu Yekşemiyê bi şev bi awayekî fermî dest ji kar berdana xwe aşkere kir û ragihand ku: “Ez ji erka xwe ya Wezareta Navxwe ya ku min bi şanazî birêve dibir, îstîfa dikim.”
Soylu herwiha ragihand: “Di vê pêvajoya hesas de, birêvebirina qedexeya çûnûhatinê di berpirsyariya min de ye.”
Îstîfaya Soylu têkilî bi ragihandina biryara qedexeya çûnûhatinê li Tirkiyê ve heye, ku pêr roja Înê hatibû ragihandin.
Ji ber ku biryara qedexeyê derneg hatibû ragihandin û bibû sedema qerebalixiyê li bajarên Tirkiyê, Wezîrê Navxwe û hikûmeta Tirkiyê bi giştî rastî gelek rexne û nerazîbûnan bûn.
Herwiha medyaya Tirkiyê amaje bi wê yekê kiribû, ku serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan ji ber biryara qedexeyê ji Wezîrê Navxwe nerazî ye û aciz bûye.
Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dest ji kar berdana Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu red kir.
Serokomariya Tirkiyê di daxuyaniyê de ev yek aşkere kir û ragihand, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu bi şêweyekî serkevtî erkên xwe cîbicî kirine.