Li Tirkiyê bêkarî zêde dibe
Li Tirkiyê bi sedema belavbûna Vîrûsa Koronayê û tedbîrên emnî û ragihandina qedexeya çûn û hatinê, kargeh û bazar hatin girtin û ev yek dibe sedema zêdebûna rêjeya bêkariyê.
Li gorî amarên fermî ji nava desteya serjimariya Tirkiyê, diyar dibe ku rêjeya bêkariyê bermaberî sedî 13.7 di sala borî de, gihîştiye sedî 14'ê.
Ji ber nebûna kar di nava bajaran de, xelk berê xwe didin cotkariyê, di beşa çandiniyê de rêjeya bêkariyê li Tirkiyê bermaberî sedî 15.9 ya sala borî, ji sedî 15.7% kêm bûye.
Komîteya Aborî ya CHP raporek amade kiriye û li gorî wê, tirs heye bi hatina Vîrûsa Koronayê, hejmara bêkaran li Tirkiyê ji 4 milyon û 400 hezar kes, bigehêje 11 milyon kesî.
Komîteya aborî ya heman parrtiyê pêşbînî dike ku dê nerxa lîra Tirkiyê jî bandoreke mezin bi hatina Vîrûsa Koronayê bibîne, dakeve 8.20 lîre bermaber her dolarekî.
Ji aliyê din ve, hikûmeta Tirkiyê pêşnumayek amade dike da ku benda avêtina karkeran ji kar rawestîne û hewl bide her karkerek li ser karê xwe bimîne weke gavekê bo kêmkirina rêjeya bêkariyê.
Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê tevahiya aboriya cîhanê ziyanê dibîne û piraniya kargeh û dezgehên fermî û yên beşa sivîl ji kar rawestiyane û li gorî rêxistina kar a navdewletî, ji destpêka belavbûna Vîrûsa Koronayê û heta niha 195 milyon kesî li ser asta cîhanê, ji kar hatiye derxistin.