HRE: Li Şêravayê 3 leşkerên Tirkîyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314829-hre_li_Şêravayê_3_leşkerên_tirkîyê_hatin_kuştin
Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) duh li navçeya Şêrava ser bi Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirkîyê du çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2020 12:33 Asia/Tehran
  • HRE: Li Şêravayê 3 leşkerên Tirkîyê hatin kuştin

Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) duh li navçeya Şêrava ser bi Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirkîyê du çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya HRE’yê ya têkildarî mijarê de hatîye ku roja 11’ê Nîsanê hêzên wan li navçeya Şêrava ya ser bi bajarê Efrînê li dijî artêşa dagirker a Tirkîyê çalakiyeke taybet û çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 3 maşînên Doçkabarkirî hatin rûxandin.

Di dewama wê daxûyanîya HRF’ê de hatîye ku ev her du çalakî ji bo tolhildana 3 hevalên wan ên ku di êrîşa 10’ê Nîsanê ya li ser navçeya Şêrava de canê xwe ji dest dabûn, hatine lidarxistin.

Di dawîya daxûyanîya HRE’ê de hatîye ku artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, qadên sivîlnişîn bi dijwarî topbaran dikin. Di van topbaranan de welatiyekî sivîl birîndar bû.