HDP: Hikûmeta Tirkîyê qeyranê birêve nabe û kontrol nake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314826-hdp_hikûmeta_tirkîyê_qeyranê_birêve_nabe_û_kontrol_nake
Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) wek berteka himberî biryara hikûmeta Tirkîyê ya ragihandina qerentînekirinê li 31 parêzgehê wî welatî got: Deshilata sîyasî qeyranê birêve nabe û kontrol nake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2020 12:17 Asia/Tehran
  • HDP: Hikûmeta Tirkîyê qeyranê birêve nabe û kontrol nake

Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) wek berteka himberî biryara hikûmeta Tirkîyê ya ragihandina qerentînekirinê li 31 parêzgehê wî welatî got: Deshilata sîyasî qeyranê birêve nabe û kontrol nake.

HDP di wê daxûyanîyê de amajeyî qerentînekirina 31 parêzgehên Tirkîyê ya mideha 48 saetan dike û radigihîne: Deshilata sîyasî li Tirkiyê qeyranê birêve nabe û kontrol nake. Karên ku tên kirinê ne tenê pêşîya belavbûna Koronayê nagirin, belkî dibin sedema belavbûna zêdetir a wê.

HDP di dewama wê daxûyanîyê de dibêje ku sepandina qedexeya hatûçûnê li 31 parêzgehên Tirkîyê tenê 2 saetan berî destpê bûna wê hat ragihandin, pêwîst bû derfet bihata dayîn ku gel pêwîstîyên xwe dabîn bike, ragihandina vî cureyî bû sedema gêre û bêseruberîyê. Ev karê hikûmetê bû sedema rewşekê ku parastina navberê ya mirovan  ji hevdu nepêkan kir. Ev karê hikûmetê di halekî da ye ku vîrûseke kujer belav dibe û dikare mirovan nexweş bixe û heta wan bikuje bi tu awayî eva nayê qebûlkirinê.

Di dewama daxûyanîya HDP da hatîye: Ragihandina qerentînê ji hêla Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyê va binpêkirina qanûna bingehîn û qanûnên li welêt e. Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê divîya destpêkê Parêzgar haydar bikirana û ew ragihandina ligorî qanûna birêvebirina parêzgehan di çarçoveke hiqûqî da pêk bihata.

Ebru Gunay Berdevka HDP jî derbarê ragihandina qerentînê li 31 parêzgehên Tirkîyê bertek nîşan da û got: Peyama ‘’li malê bimînin’’ bêyî dabînkirina hewcedarîyên aborî yên gel bê wate ye.