Li Tirkiyê di rojekê de 96 kes bi koronayê mirin
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Faxredîn Koca amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koroanyê aşkere kir. Koca da zanîn ku di 24 saetên dawî de 96 kes ji ber vîrusa Koronayê mirine.
duh şemiyê Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Faxredîn Koca ji ser hesabê xwe yê twitterê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê aşkere kir. Koca ragihand ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 96 kes ji ber Koronayê mrine, 33.170 pişkinîn hatine kirin. Herwiha 5.138 haletên nû hatine tomarkirin û 542 nexweş jî duh baş bûne.
Li Tirkiyê bi mirina 96 kesên din ji ber koronayê hejmara qurbaniyan gihişt 908 kesan.
Herwiha li gor amarên hatine belavkirin duh li bajarên Tirkiyê 4056 pêketiyên din ên koronayê hatine tomarkirin ku bi van kesên nû hejmara pêketiyên vê vîrusê jî gihişt 42 hezar û 282 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê aşkere kir, 296 pêketiyên koronayê baş bûne û hejmara kesên ku baş bûne jî gihişt 2142 kesan.
Herwiha Fahrettîn Koca, careke din bang li hemwelatiyan kir ku pabendî rênimayiyan bin û li malên xwe bimînin.