Ragihandna Qedexetîya Hatûçûnê li 31 parêzgehên Tirkiyê
Piştî zêdebûna hejmara tûşbûyî û goriyên vîrûsa Koronayê li Tirkiyê û pêvajoya ber bi jor a amarê li 24 sietên derbasbûyî, Wezareta navxwe ya Tirkiyê li 31 parêzêgehên vî welatî bo 48 sietan qayîde û qirarên Qedexetîya Hatûçûnê ragihand.
Li gorî rapora Kurd Presê, Piştî zêdebûna hejmara tûşbûyî û goriyên vîrûsa Koronayê li Tirkiyê û pêvajoya ber bi jor a amarê li 24 sietên derbasbûyî, Wezareta navxwe ya Tirkiyê li 31 parêzgehên vî welatî bo 48 sietan qayîde û qirarên Qedexetîya Hatûçûnê ragihand.
Li gor nivsînaajansa nûçeyan a T 24`a Tirkiyê, li daxûyaniay Wezareta navxwe ya Tirkiyê hatiye: Ji siet 24:00, 10 Nîsana 2020 an heta siet 24:00, 12 Nîsanê li 31 parzêgehên Tirkiyê qayîde û qirarên Qedexetîya Hatûçûnê dê cih were. Em ji welatiyên parêzgehên Edenê, Enqerê, Antalya, Aydin, Balik Esîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzirûm, Skî Şehîr, Qazî Entep, Hata, Stembol, Izmîr, Qehreman Maraş, Koçaelî, Kayserî, Qûnye, Meletiye, Manîsa, Mêrdin, Mêrsin, Moqla, Ordo, Sakarya, Samson, Şanlî Ûrfa, Tekirdaq, Tranzon û Wanê daxwaz dikin heta 48 sietan ji malên xwe dernekevin.