Li Tirkiyê hejmara qurbaniyên koronayê ji 1000 kesî derbas bû
Li Tirkiyê di rojekê de 98 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara qurbaniyên koronayê bû 1006 kesî.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, piştî civîna ligel Komîteya Zanistê, di civîneke çapemenîyê de dawîn amarên têkildarî Koronayê li Tirkiyê belav kirin.
Li gorî gotina Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê, di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de, 98 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane û 4747 pêketiyên din ên Koronayê hatine tomarkirin û herwiha 281 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî li Tirkiyê hejmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 1006 kesan û hejmara pêketiyan jî giheşte 47029 kesan. Hejmara kesên ji koronayê rizgar bûne jî geheşte 2423 kesan.
Fahrettîn Koca diyar jî kir ku her hemwelatiyê Tirkiyê dikare biçe ji dermanfiroşan bêyî beramber, 5 maskeyan bistîne û herwiha careke din daxwaz ji xelkê kir ku li malên xwe bimînin û peywendiyên civakî sînordar bikin.