Li Wanê Piştî 7 kes bi koronayê ketin gundek hat qerentînkirin
Li bajarê Wanê gundekî din jî ji ber vîrusa koronayê hat qerentînkirin. Li şarê Semsûrê jî 2 jinên 79 û 93 salî ji vîrusa koronayê rizgar bûn û vegeriyan nav kesûkarên xwe.
Gundê Şeytanava yê ser bi navçeya Çaldêran a Wanê ve, ji ber vîrusa koronaya nû (COVID-19) hat qerentînkirin.
Biryara qerentînkirina wî gundî piştî ku testa koronayê ya 7 kesên niştecihên wî gundî pozîtîv derket, hat dayîn.
Jibilî ku hatinûçûna li wî gundî hat rawestandin, tîmên tendirustiyê jî dest bi pişkinînan kirin.
Berî niha jî gundên Xaşnak, Xirabe, Xozî û mezraya Belliyurt ser bi Elbakê, gundê Xan ser bi Çaldêranê û gundê Berho Paxîkî û mezrayên Çemîk û Tellîkaya ser bi Şaxê ve devereke ser bi taxa Çaybagi li navçeya Mehmûdî li bajarê Wanê, hatibûn qerentînkirin.
Li bajarê Semsûrê jî 2 jinên 79 û 93 salî ji vîrusa koronayê rizgar bûn û vegeriyan nav kesûkarên xwe.