Berpirsekî PKK`ê li Tirkîyê hat girtinê
Nîsan 10, 2020 16:04 Asia/Tehran
Çavkanîyên nûçan li Tirkîyê ragihandin ku endamekî pillebilind ê PKK li wî welatî hat girtinê.
Ligorî rapora Malpera TRT, Mehmûd Okay bi kodnavê Hayrî Mava ku wek berpirsê PKK yê parêzgeha Erzirûma Tirkîyê dihat naskirinê, şeva buhurî di encama pevçûna himberî hêzên emnî yên wî welatî de birîndar bû û paşê hat girtinê.
Dewleta Tirkîyê navê Mehmûd Okay xistibû lîsta têrorîstên ber taqîbatê û jibo girtina wî jî xelat dîyar kiribû.