Hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê jorda çû
Li Tirkiyê di 24 sietên buhurî de 96 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û hejmara qurbaniyan gihişt 908 kesan û 4 hezar û 56 kesên din jî tûşî Koronayê bûn.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, li rûpela xwe ya Twîtterê, dawîn amarên tûşbûn û mirina bi vîrusa koronayê li wî welatî belav kirin.
Li gor amarên hatine belavkirin, li Tirkiyê, di heyama 24 demjimêran de, 96 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dane û 4056 pêketiyên din ên koronayê hatine tomarkirin.
Bi vî awayî hejmara kesên bi koronayê mirine li Tirkiyê gihişt 908 kesan û hejmara pêketiyên vê vîrusê jî gihişt 42 hezar û 282 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê aşkere jî kir, 296 pêketiyên koronayê baş bûne û hejmara kesên ku baş bûne jî gihişt 2142 kesan.
Fahrettîn Koca herwiha, careke din bang li hemwelatiyan kir ku pabendî rênimayiyan bin û li malên xwe bimînin.
Ligorî daxûyanîya Walîtîya Antalyayê jî, jibo 197 kesên ku qedexeya derketina derve binpê kiribûn, 196 hezar û 522 Lîre weke cirîme û siza hat kivşkirinê.
Dewleta Tirkîyê di çarçova tivdîrên girtina pêşîya belavbûna Koronayê de, derketina ji malê ya kesên jorayî 65 salan û bin 20 salan qedexe kirîye.