Rawêjkarîya Serokên Meclisên Îran û Tirkîyê derbarê kontrolkirina Koronayê de
Nîsan 09, 2020 14:47 Asia/Tehran
Serokê Meclisa Tirkîyê bi rêya telefonê digel Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê derbarê pêngavên hevpar ên her du welatan ên jibo kontrolkirina Koronayê de gotûbêj kir.
Mustafa Şentop Serokê Meclisa Tirkîyê îro di peywendîya telefonî ya digel Elî Larîcanî Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê de ji ber ku ew tûşî vîrûsa Koronayê bûye heyf û mixabinîya xwe nîşan da û bi wî re derbarê pêngavên hevpar ên her du welatan ên jibo kontrolkirina Koronayê de gotûbêj kir.