Seroka Firaksiyona HDP li parlemana Tirkiyê: AKP ji Koronayê behra siyasî werdigre
Nîsan 09, 2020 14:01 Asia/Tehran
Seroka firaksiyona HDP li parelaman Tirkiyê got: AKP nîşan da ku çawa dikarin ji vîrûsekê jî behreya siyasî werbigre.
Meral Daniş,Seroka firaksiyona HDP li parelaman Tirkiyê pêşnumaya reforma qanûna cezakirinê ya Tirkiyê rexne kir û got: Ji ber dijminatiya bi kurdan re dijberên xêncî me jî bi neheqî û bi bêedaletî ceza dikin. AKP nîşan da ku çawa dikarin ji vîrûsekê jî
behreya siyasî werbigre.Dema ku vîrûs li cîhanê li halê zêdekirinê bû tu tedbîrek nekir û hemî enerjiya xwe danî ser siyasetên cengê û parxwaziya ji Sûriyê û hemî îmkanên xwe xercî S-400a sîstema berevaniya mûşekî kir.