Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Tirkîyê jorda çû
Nîsan 09, 2020 13:08 Asia/Tehran
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê got ku di 24 sietên buhurî de 4 hezar û 117 kes li wî welatî tûşî Koronayê bûne.
Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê amajeyî tûşbûna 4 hezar û 117 kesî di 24 sietên buhurî de li wî welatî kir û got: Hejmara tûşbîyîyên Koronayê li Tirkîyê giheşte 39 hezar kesî.
Ligorî gotina Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê hejmara gorîyan jî giheşte 812 kesan.
Herwiha hat ragihandinê ku 360 welatîyên tirkîyeyî piştî vegera ji Qeterê li şarê Enqerê hatin qerentînekirinê. Ew kesana divê 14 rojan di qerentînê de bin.
17 welatîyên tirkîyeyî jî piştî vegera ji Iraqê hatin qerentînekirinê.